Kurd bi merc beşdarî proseya azadkirina Mûsilê dibin
Li gor agahiyên BasNewsê, Wezîrê Berevaniyê yê İraqê Xalid Ubeydî piştî serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê ligel şandeke Wezareta Pêşmerge civiya ye û daxwaz kiriye ku Pêşmergeyên Kurdistanê jî tevî operasyona azadkirina Mûsilê bibin.’‘
Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Komisyona Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê Dilêr Mistefa agahî dan BasNewsê û got: ‘’Ubeydî ji berpirsên Wezareta Pêşmerge re got ku Pêşmergeyan rolekî baş di tejîkirina valahiya ewlekariyê de dîtine, loma em dixwazin hevkariya wê odeya operasyonan bikin ku hikûmeta İraqê pêk aniye bo azadkirina Mûsilê.’‘
Dilêr Mistefa da zanîn ku Wezareta Pêşmerge bersiva Ubeydî daye û wiha axifî; ‘’Berpirsên Wezareta Pêşmerge ji Wezîrê Berevaniyê re gotin; Butçeya Pêşmergeyan li ser hesabê Herêma Kurdistanê bû, hikûmeta İraqê qet ji butçeya xwe alîkariya Hêzên Pêşmerge nekiriye, loma her dema ku daxwaza alîkariya Pêşmergeyan bê kirin divê Wezareta Berevaniyê ya İraqê Pêşmergeyan pirçek bike, butçeyê ji wan re veqetîne û wî wextî dê axaftin li ser wê odeyê bê kirin.’‘
Basnews
