• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka pilanekê ji bo kuştina el–Bexdadî didarêje

Gulan Media November 8, 2014 Nûçe
Amerîka pilanekê ji bo kuştina el–Bexdadî didarêje
Tîma ku bi karê kuştina rêberê rêxitsina Qaîde, Usame Bin Ladin rabûbû, niha li paytexta Iraqê, Bexdayê ye, çavkaniyên ewlekarî û istixbaratî jî amaje dikin ku ew tîm pilanekê ji bo kuştin xelîfeyê DAIŞê, amade dike.

Li gor ku li ser zarê çavkaniyên istixbaratî hatiye belavkirin, tîma amerîkî ya ku karê kuştina Usame Bin Ladin encamdabû, niha li Bexdayê ye ji bo kuştina xelîfeyê rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, ku li seranserê cîhanê bi navê DAIŞê tê naskirin, Ebû Bekir el–Bexdadî, ku navê wî yê rastî Ibrahîm Ewad el–Bedrî ye.

Ew tîm ji 16 efserên amerîkî pêk tê, ku bi awayekî gelekî baş li ser encamdana karên taybet hatine amade kirin, niha jî li Bexdayê dest bi komkirina zanyariyan li ser Ebû Bekir el–Bexdadî kiriye.

Herwiha çavkanî didin zanîn ku, ew tîm bi başî bi zimanê erebî diaxfin û bi alîkariya serok hozên çend hozên ereb ên Sune dest zanyariyên pêwîst li ser el–Bexdadî kom dikin, li Navçeya Kesik ya Bexdayê jî bi cih bûne.

Ji aliyek din ve, çavkaniyekê ji istxbaratên Iraqê, ku navê wî nehatiye aşkere kirin diyar kir ku, tîma ku ji bo kuştina xelîfeyê DAIŞê hatiye Iraqê, qasê 25 milyon dolar ji bo girtin yan jî kuştina el–Bexdadî xerç kiriye.

Basnews
Top