• Monday, 16 February 2026
logo

Turkmenên İraqê hewara xwe dighînin Tirkiyê

Gulan Media November 8, 2014 Nûçe
Turkmenên İraqê hewara xwe dighînin Tirkiyê
Serokê Cepheya Turkmenî ya İraqê Erşed Salihî ragehand ku cografya jiyana Turkmenên İraqê ketiye metirsiyê û mafên wan tên binpêkirin. Salihî got: ‘’Turkmen bê çek in, em ji hikûmeta navendî dixwazin ku çekan bide me daku xwe ji metirsiya terorê biparêzin.’‘

Salihî wiha axifî: ‘’Berî niha jî me ev daxwaz kiribû lê tu fêdeya wê nebû, lê belê eger her bê sûd be û guh neden daxwazên me, em dê li deriyên din bidin, em dê li deriyê Tirkiya cîran bidin daku çekan bide me û em xwe pê biparêzin. Herwiha dema peywendiyên navbera Tirkiyê û Îranê nebaş bin, em Turkmen baca wê didin.’‘

Li gor Salihî, Tirkiye li ser bingehê mezhebî ligel Turkmenan tevnagere û wiha dibêje: ‘’Tirkiye li ser bingehê neteweyî ligel Turkmenan dide û distîne. Ji ber dema li Amirlî, Taze û Telefer Turkmen bûn armanca êrîşan, Tirkiye yekem alî bû ku bi hewara me ve hat û alîkarî pêşkêşî me kir.’‘

Derbarê metirsiyên DAİŞ’ê de jî, Salihî di civîneke çapemeniyê de got: ‘’DAİŞ’ê li hemû cihan Turkmen kirine armanc, daku wan bike neteweyekî bê cografya, plana wê jî heye bo parçekirina Rojhilata Navîn daku cografyayên nû lê çêbibin û çend alî jî hene dixwazin Turkmenan ji nav bibin, gelê Turkmen jî her li ber xwe dide daku bimîne.’‘

Basnews
Top