• Monday, 16 February 2026
logo

PKK: Gotinên Mesrûr Barzanî moral dan me

Gulan Media November 8, 2014 Nûçe
PKK: Gotinên Mesrûr Barzanî moral dan me

PKK dibêje gotara Mesrûr Barzanî gotareke netewiye û moral daye wan.

Berpirsê peywendiyên derve yên PKKê Demhat Egîd derbarê gotara Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî de yaku li Parlementoya Ewrûpayê pêşkêş kir ragehand ev gotara han gotareke gelek girîng û netewiye û bo parastina berewjendiyên netewî hatiye pêşkêşkirin.

Demhat Egîd herwiha eşkere kir ku ew weke PKKê bi girîng li vê gotara han dinêrên û gotara han moral daye PKKê.

Weke tê zanîn Mesrûr Barzanî di gotara xwe yaku li Parlementoya Ewrûpayê de pêşkêş kiribû gotibû ku me ti carî pkk weke terorîst nedîtiye.
Top