• Monday, 16 February 2026
logo

Cepheya El-Nusre gefan li bajarê Efrînê dixwe

Gulan Media November 8, 2014 Nûçe
Cepheya El-Nusre gefan li bajarê Efrînê dixwe
Berpirseke Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ragehand ku metirsiya wê yekê li ser bajarê Efrînê heye ku ji aliyê Cepheya El-Nusra ve were dorpêç kirin û têde senaryoya DAİŞ’ê ya li Kobanê dubare bibe.

Seroka Desteya Cîbicîkirinê ya Kantona Efrînê Hêvî Mistefa, daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAİŞ’ê kir ku nehêle bajarê Kobanê bikeve dest DAİŞ’e, daku piştî Kobanê bajarekî din ê Rojavayê Kurdistane ji aliyê grûbên radîkal ve neyê dagîrkirin.

Hêvî Mistefa ji Reutersê re got: ‘’Bajarê Efrînê ku 200 kîlometre dikeve rojavayê Kobanê metirsiya wê yekê li ser e ku rûbirûyê heman çarenivîsa bajarê Kobanê bibe. Ji ber plana Cepheya El-Nusra ya ser bi DAİŞ’ê ew e ku bajêr dagîr bike. Niha Cepheya El-Nusra hino hino bajarê Efrînê dorpêç dike û hevwelatiyên bajêr jî amade ne bajarê xwe biparêzin, lê pêdiviya wan bi piştîvaniyê heye, daku wek bajarê Kobanê lê neyê.’‘

Hevdem derbarê rewşa Kobanê de jî, Cîgirê Serokê Desteya Derve ya kantona Kobanê İdrîs Osman got: ‘’Hebûna Hêzên Pêşmerge bûye sedem ku çekdarên DAİŞ’ê li nav bajêr nikaribin pêşbikevin. Bi saya bombebarankirina Pêşmerge me pêşketina çekdarên DAİŞ’ê ji aliyê rojava, rojhilat û başûrê rojhilatê Kobanê rawestandine.’‘

Basnews
Top