• Monday, 16 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Yek bist axa Kurdistanê di destê terorîstan de nahêlîn

Gulan Media November 8, 2014 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Yek bist axa Kurdistanê di destê terorîstan de nahêlîn

Mesrûr Barzanî û wezîrê berevanî yê Berîtanyayê civiyan.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Ewrûpayê de Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî serdana Londonê kir û li gel wezîrê berevanî yê Berîtanyayê Mickael Fallon civiya.

Di hevdîtinê de ku nunerê taybetî yê Serokwezîrê Berîtanyayê yê bo karûbarê şerê dijî DIŞIê tê de amade bû, Mickael Fallon ecîbmayiya xwe ya li hember jêhatîbûn û berxwedêriya hêzên pêşmerge diyar kir û behsa serdana xwe ya serkeftî a çend rojên bohrî bo Kurdistanê kir.

Fallon diyar kir ku niha Kurdistanê bûye navendeke serekî ya bo şerê dijî terorîstên DIŞIê û jêhatîbûn û berxwedana gelê Kurd û hêzên pêşmerge balê tevahiya cîhan û hevpeymaniya cîhanî rakêşaye lewre Berîtanya peybende bi hemahengiya zêdetir li gel hêzên pêşmerge û dabîn kirina çek û teqemenî bo hêzê pêşmerge û perwerde kirina wan.

Fallon wisa axaftinên xwe domand: Berîtanya bi ti awayî gelê Kurd û hêzên pêşmerge bi tenê nahêle Berîtanya û Kurdistan heta dawî û heta ji nav birina yekcarî ya terorîstan bihevre dibin.

Di beşeke din ya hevdîtina han de Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî jî spasiya wezîrê berevanî yê Berîtanyayê kir û li ser navê xwe û gelê Kurdistanê spasiya hikûmet û gelê Berîtanyayê kir yaku hevkariya gelê Kurd û hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de kiriye.

Mesrûr Barzanî got: Terorîstên DIŞIê bi tenê ne metirsîn bo ser gelê Kurd belku bo ser tevahiya azadîxwazên cîhanê metirsîn û lazime hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorê berfiretir bibe daku di her warî de terorîstan rastî şikestinê bike.

Barzanî tekez li ser vê yekê jî kir ku gelê Kurd û pêşmergeyên qehreman bi canfedayî di şûna tevahiya cîhana azad de şerê terorîstan dike û terorîst bi tenê li Kurdistanê û li ser destê xelkê Kurdistan û hêzên pêşmerge rastî şikestê hatiye.

Barzanî bi vê rengî axaftinên xwe berdewam kir : Lazime civaka cîhanî û hevpeymaniya cîhanî zêdetir hevkariya hêzên pêşmerge bikin bi taybetî di warê pêşkêş kirina çekên giran û pêşkeftî de û pêdiviyên hêzên pêşmerge dabîn bikin daku bikaribin bilez derbên dijwar li terorîstan bixin û wan rastî şikestê bikin û metirsiya wan li ser civaka mirovatî dûr bixin.

Mesrûr Barzanî jiber hevkariyên ku heta niha hatine pêşkêşkirin spasiyên xwe pêşkêşî aliyên tikildar kir û anî ziman ku heta niha çekên giran weke pêwîst ji hêzên pêşmerge re nehatine şandin û daxwaza vê yekê kir daku bilez ev pirsa han were çareserkirin daku hêzên pêşmerge bikaribin derbên zêdetir li terorîstan bidin û hêza wan ji nav bibe.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Gelê Kurdistan bi Serokatiya Serok Barzanî û canfedayiya hêzên pêşmerge yên qehreman heta dawî parastina axa Kurdistanê dikin û nahêlin yek bist axa Kurdistanê di destê terorîstan de bimîne û di vê warî de jî îradeya gelê Kurd gelek bihêze û heta negehêje armancên xwe ranaweste.

Di dawiya hevdîtinê de Fallon hevdem ligel bilind nirxandina qurbanî dan û serkeftinên hêzên pêşmerge eşkere kir ku Berîtanya bo hevkarî kirina hêzên pêşmerge ti sînoreke siyasî destnîşan nekiriye û niha li ser vê yekê dihizirin ka gelo em çawe dikarin çekên giran pêşkêşî hêzên pêşmerge bikin.

Di dawî de her du alî nêrînên xwe li dor çend mijarên din anîn ziman û tekez li ser domandina civînên bi vê rengî kirin.
Top