Li devera Zûmarê komek kurdên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bûn
Fermandeyekî hêzên Pêşmerge li devera Zûmarê ji Rûdwê re got, îro danê sibê balafirên şer ên hêzên hevpeyman li çeperên DAIŞê yên li bajarokê Tileferê dan.
Wî fermandeyê Pêşmerge got, piştî ku balafiran li DAIŞê dan 5 malbatên kurdên êzîdî ji destê DAIŞê reviyan û ji aliyê pêşmergeyan ve hatin rizgarkirin.
Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, pêşmergeyan ew malbatên ku ji destê DAIŞê reviyabûn li gundekî Zûmarê ku di destê DAIŞê de ye, dîtibûn ji ber wê jî piştî şerekî giran karîbûn wan rizgar bikin.
Hat zanîn ku ew malbatên kurdên êzîdî tenê jin û zarok bûne.
Rudaw
