• Monday, 16 February 2026
logo

Şerekî giran li navenda bajarê Kobanî diqewime

Gulan Media November 8, 2014 Nûçe
Şerekî giran li navenda bajarê Kobanî diqewime
Şerekî giran li navenda bajarê Kobanî di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de diqewime û balafirên şer jî cihên çekdarên wê rêxistinê bombebaran dikin.

Peyamnêrê Rûdawê ji nêzîkî bajarê Kobanî ragihand: “Ji duh êvarî ve û heta niha, şerekî giran li navenda bajarê Kobanî di navbera Hêzên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Azad li aliyekî û çekdarên DAIŞê li aliyê din berdewam dike.”

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê her du aliyên şer bi çekên giran û topan çeperên hevdu topbaran dikin.

Vê sibehê peyamnêrê Rûdawê wiha got: “Îro saet 06:00ê sibehê û derengiya şeva borî jî, balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî cihên çekdarên DAIŞê, bi taybet li taxên Pîşesaziyê û Kaniya Ereban li rojhilatê Kobanê bi giranî bombebaran kirin û tevgera balafiran niha jî berdewam dike.”

Li rojavayê bajarê Kobanî, Hêzên Pêşmerge bi çekên giran cihên çekdarên DAIŞê li gundên Minazê, Mezra Ebrûş û Elpelorê topbaran dikin û çekdarên DAIŞê jî îro sibehê bi Hawanan hêzên kurdî li girê Til Şeîrê topbaran kirin.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê wiha got: “Eniya herî germ ya şer li taxên Pîşesaziyê, bazara Keskaytiyê, Baxçê Hecî Reşîd û Kaniya Ereban e. Herwiha li Başûrê Kobanî jî şer li ser rêya Helebê, taxa Botan û kolana 48 diqewime.”

Rudaw
Top