Kobanî ber bi aramiyê ve diçe
Peyamnêrê Rûdawê li nêzîk sînorê Kobanî ragihand ku dengê hin guleyan li nav bajarê Kobanê tê bihîstin, lê rewş bi awayekî giştî li navenda bajêr arame.
Herwiha peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku vê sibê, çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) 3 topên hawinê ji gundê Mezrê û derdora wê avêtin girê Til Şeîrê.
Hat zanîn rewş li aliyê rojhilat û rojavayê Kobanê arame û balafirên hevpeymaniya navdewletî ji şeva borî de li asmanên Kobanî difirin, lê tu cih bombebaran nekirin.
Derbarê şerê duh li Kobanî de, peyamnêrê Rûdawê got, duh êvarê piştî saet 22.00ê şer û pevçûnên giran li taxên Pîşesaziyê û taxa Hec Reşîd li rojhilatê Kobanî di navbera Hêzên Pêşmerge, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên DAIŞê qewimîn.
Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku duh balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî çend cihên DAIŞê li nav Kobanê bombebaran kirin.
Hat gotin piştî ku hêzên pêşmerge bi çekên giran derbasî Kobanê bûn, morala çekdarên DAIŞê daketiye û êrîşên wan gelekî sist bûne.
Rudaw
