Ji bo ‘pêvajoya çareseriye’ Barzanî tê nişandan
Pêvajoya ku 2 sal in li Tirkiyeyê bo çareserkirina pirsgirêkên kurdan didome ji van rojên dawî ji ber daxuyaniyên her du aliyan ên tundî rawestiya.
Endamê Meclîsa Aştiyê Ahmet Kaçmaz ji Rûdawê re got, bo pêvajoya çareseriyê bêpirsgirek berdewam bike û her du alî jî gavên xwe paşve nekişînin divê an dewletek an jî kesek navberiyê bike.
Kaçmaz anî ziman ji ber ku dabînkar nîne pêvajo xetimî û got, “Divê kesek an jî dewletek dabînkariyê bike. Birêz Mesûd Barzanî dikare li ser navê Herêma Kurdistanê dabînkariye bike.”
Endamê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiye Şemsettin Koç jî ji Rûdawê re pêvajo nirxand û ragihand ku heger pêvajo ber bi aştiyê ve neçe dê tundiyên zêde bibin û wiha got:
“Me dît 6 û 7ê Cotmehê çi be. En tundî û mirine naxwazin. Divê hikûmet jî bûyerên diqewime bîne ber çavan û li gorî wê yeke hewl bide. Me fêm nekiriye ku çima hikûmetê pêvajo sekinandiye.”
Rudaw
