Wezîrê Derveyê Elmanya li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî re kir
Li vê peywendiya telefoniyê da rewşa emnî û siyasiya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û şerê dijî terorîstan xistin ber behs. Wezîrê Derveyê Elmanya behsa serkeftinên Pêşmerge kir û ragihand, Elmanya wekî berê amadeye ji bo rûbirûbûna terorîstan piştevaniyê li Herêma Kurdistanê bike.
Li beramber da Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Elmanya kir û tekez kir ku ji bo ji binî ve têkşikandina wan terorîstan pêwîstî bi hevkarî û hemahengiyekî navdewletî heye.
