Asiya Ebdullah: Me daxwaza çekan kir, lê tenê Başûr ji me re şand
Hevseroka PYDê Asiya Ebdullah di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Niha li Kobanî şerekî giran û berevaniyeke mezin heye. Şer li eniya rojhilatê bajêr gerim bûye. DAIŞê hêza xwe ji gellek cihan tîne û êrişî Kobanî dike.”
Asiya Ebdullah wan çalakiyên ji bo piştevaniya Kobanî tên lidar xistin bi girîng dibîne û dibêje: “Em dixwazin di demeke nêzîk de korîdorek bo gihandina alîkariyan bê vekirin û çekên zêdetir jî, bo şervanên YPGê bên şandin. Eger ev yek pêk were, Kobanî dê ji çekdarên DAIŞê bê paqijkirin û dorpêça li ser wî bajarî nemîne.”
Hevseroka PYDê da zanîn ku, “Me ji gellek cihan daxwaza çekan kir, lê tenê Başûrê Kurdistanê alîkariya me kir, ku jibilî Başûr ti aliyekî din çek ji me re naşandiye.”
Derbarê çûma Hêzên Pêşmerge bo Kobanî, Asiya Ebdullah wiha got: “Hatina Hêzên Pêşmerge û anîna çekên giran pir girîng bû. Niha Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê li tenişt hev şer dikin û çekên giran bikar tînin.”
Hevseroka PYDê Asiya Ebdullah tekez kir ku, “Xelkê Kobanî niha di rewşeke pir dijwar de ne.”
