• Monday, 16 February 2026
logo

Li Hewlêrê serokomarê Îraqê û serokwezîrê herêma Kurdistanê civiyan

Gulan Media November 7, 2014 Nûçe
Li Hewlêrê serokomarê Îraqê û serokwezîrê herêma Kurdistanê civiyan
Fuad Mesûm serokomarê Îraqê, Duh roja pêncşemiyê 06.11.2014ê li bajarê Hewlêrê li ofîsa xwe ya taybet pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê kir.

Di dîdarekê de, Masûm û Barzanî pirsgirêkên siyasî û emnî li welêt, rûbirûbûna metirsiya çekdarên terorîstên DAÎŞ li Îraqê û deverê û giringiya sudwergirtin ji piştgiriya navdewletî bo Îraqê di warê serbazî û mirovî de gotûbêj kirin û tekîd li ser giringiya aştiya niştimanî di navbera hemû alîyan de û piştbestin bi destûr û rêkeftinan kir.

Têkeliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî û nehêlana nakokiyan li gor destûrê bi awayekî ku, di berjewendiya balaya timama pêkhate û gelên Îraqê be, hin mijarên din yên dîdara serokomarê Îraqê û serokwezîrê Kurdistanê bûn.

Top