Çima di civîna Hikûmeta Iraqê de behsa butçeya Kurdistanê nehat kirin?
Di vê derbarê de, wezîrekî Iraqê ku beşdabû di civîna Hikûmeta Iraqê de ji BasNewsê re got:``Civîna duh ya Encûmena Wezîran bi serokatiya Serokwezîr Heyder Ebadî û bi beşdariya wezîrên Kurd hat li darxistin û behsa çend pirsan wek serdana Ebadî bo Îranê û pirsên navxweyî yên Encûmena Wezîran hat kirin.
Wê çavkaniyê ji BasNewsê re amaje bi wê yekê kir ku, di civînê de bi ti awayekî behsa butçe û mûçên fermanberên Herêma Kurdistanê , ne ji aliyê Serokwezîr Ebadî û ne jî ji aliyê wezîrên Kurd ve nehat behskirin.
Herwiha wê çavkaniyê aşkere jî kir ku, şandina mûçe û butçeya Herêma Kurdistanê girêdayê rêkeftina navbera Hewlêrê û Bexdayê ye û diyar kir ku, di nêzîk de bi armanca çareserkirina vê pirsgirkê , wê şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike.
Her wî wezîrî ku nexwest navê wî aşkere bibe, derbarê çima Wezîrên Kurd ew pirs nekirine got:``Ev Pirs pêweste bi rêkeftina siyasî ya navbera Hewlêrê û Bexdayê ve, piştre Wezrîrê Darayî Kurde û pêwendîdare bi wê pirsê û wî jî behis nekir``.
Wek tê zanîn, beriya pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê bi serokatiya Heyder Ebadî, di çend civînan de soz bi serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê hate dayîn ku, piştî destbikarbûna Wezîrên Kurd, wê pêşîniyekê wek niyazpakî bidin Herêma Kurdistanê, lê piştî pêkanîna hikûmeta Ebadî ku, heyma 2 mehan di ser re derbasbûye, hîn ew soz nehatiye bi cihanîn.
Basnews
