• Monday, 16 February 2026
logo

Ceferî li Tirkiyeyê: Petrol tenê di destê Hikûmeta Iraqê de ye

Gulan Media November 6, 2014 Nûçe
Ceferî li Tirkiyeyê: Petrol tenê di destê Hikûmeta Iraqê de ye
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî li Enqereyê ragihand ku, firotina petrola Iraqê tenê di destê Hikûmeta Iraqê de ye û ew xeletiya ku çê bûye tê sererastkirin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî di konferanseke rojnamevanî de ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglu li Enqereyê ragihand: “Petrol samanekî niştîmanî ye û li gorî destura Iraqê ji taybetmendiyên Hikûmeta navendî ya Iraqê ye. Dabeşkirina dahata wê jî li ser bingeha hejmara xelkê û navçeyan dibe.”

Îbrahîm Ceferî amaje bi wê yekê da ku, “Niha derbarê petrolê rewş cuda heye û awayek ji nakokiyan çêkiriye, lê emê ji bo çareseriya wan nakokiyan vegerin bo desturê Iraqê.”

Wezîrê Derve yê Iraqê wiha domand: “Di salên borî de %17 ji dahata petrolê ji birayên me yên kurd re bû û yê mayî jî ji Hikûmeta navendî re bû, lê vê dawiyê alozî derket û çareserkirina wê zehmet bûye, ku bandora xwe li ser budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê kiriye.”

Ceferî wiha got: “Şevê din Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ligel hejmarek wezîr civiya û çawaniya çareserkirina vê aloziyê û destêkirina pêvajoyeke nû ligel Herêma Kurdistanê, gotûbêj kirin.”

Rudaw
Top