‘Heta Bexda pêngavên cidî neavêje Barzanî naçe Bexdayê’
Derbarê nêta İraqê bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Berpirsê Ofîsa Peywendiyên İraqî ya PDK’ê Ehmed Kanî ji BasNewsê re wiha axifî: ‘’Mixabin nêta hikûmeta İraqê bo çareserkirina pirsgirêkan heta niha ne zelal e û ji xeynî daxwiyaniyên bê wate tiştek nexistiye warê cîbicîkirinê.’‘
Ehmed Kanî da zanîn ku ligel vêna jî ew dixwazin İraq ji vê krîzê derkeve bi taybetî di meseleya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û wiha pêde çû: ‘’Divê İraq gelekî bi cidî di pratîkê de gavan biavêje, lê vaye nêzîka du meh dibe me hest bi ti guhertinan nekiriye, hinceta wan ew bû ku wezîrên Kurd dest bi karê xwe bikin, vaye wezîrên Kurd dest bi karên xwe kirin lê dîsan me ti nêteke baş ji hikûmeta İraqê nedîtiye.’‘
Kanî tekez kir ku tişta ji ketiye ser milê Kurdan zêdetir jî kirine û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Dîsan em hêvîdar in hikûmeta İraqê were pêş û hewla çareserkirina pirsgirêkan bide.’‘ Li ser wêya heta niha çima Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî neçûye Bexda û paşketina çûna şanda Kurdî de jî, Kanî got: ’‘Evna nerîna min e.. çûna Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê yan jî şanda hikûmeta Kurdistanê bo Bexdayê nabe çûneke wiha şeklî be bo ragehandinê.’‘
Kanî tekez kir ku berî çûna şanda Kurdî divê Bexda pêngavên cidî biavêje û wiha axifî: ‘’Gelek caran kek Nêçîrvan bi xwe çûye Bexdayê, lê belê ti pêngaveke pozîtîf ji aliyê Bexdayê ve nehatine avêtin heta dilxweşker be, loma çûna şanda Herêma Kurdistanê û kek Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê divê yekalîker û bo çareseriyê be. Bi baweriya min eger Bexda gavên cidî biavêje dê kek Nêçîrvan di zûtirîn dem de biçe Bexdayê.’‘
Basnews
