‘DAIŞ hêcet e, mebest Kurdistan a mezin e’
Nurettin Caniklî ji TRT Habarê re got, Tirkiye li Rojhilata Navîn nemayê bêdeng, li heremê aktorek girîng e.
Wezîr Caniklî bûyerên li Iraq û Sûriye nirxand û wiha pê de çû:
“Hêzên piştî Şere Cîhanê yê 1emîn ên nexşê herêmê diyarkirin, îro hin hêza bi heman mebestê rola wan wergirtiye. Hindek maye nexşe hêrêmê ji nû ve bê diyarkirin. Ew hêz ji bo mebestên xwe bînin cih piştevaniya PKK dikin û wê bi kar tînin. Divê dîzayna sala 1914an ji nûve bê damezirandin. Ji bo vê yeke hewl didin. Dibe ku damezirandina proja Kurdistan a mezin be. Herwiha yên aştiye bixwazin serhildana nakin. Hatine beralîkirin.”
Caniklî paşê jî anî ziman ew li dîzayn kirina Rojhilata Navîn ne temaşegerên û wiha domand:
“Pêwendiyên me yên siyasî û aborî li gel Herêma Kurdistanê gelek baş in. Bi peyama petrola her sala navbera 10-20 milyar dolar çavkanî ji bo me peyda dibe. Mafên me bi Lozanê winda kirin îro em bi vê peyama hinekê telafî dikin. Tirkiye bahayê 60 milyar dolar enrjiye îthal dike û ji van jî 20 milyar dolar ji Iraqê tê îthal kirin. Em ji bo berjewendiyên xwe dixwazin pêwendiyên me li gel Herêma Kurdistanê bidome.”
Caniklî di derbarê pêvajoya çareseriye de jî got tu kes nikare pêvajoya bi dawî bike.
