• Monday, 16 February 2026
logo

PDK-S daxwaza 4 kursiyan ji Lêvegera Siyasî dike û partiyên din nerazî ne

Gulan Media November 5, 2014 Nûçe
PDK-S daxwaza 4 kursiyan ji Lêvegera Siyasî dike û partiyên din nerazî ne
Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) rijd e li ser wergirtina 4 kursiyan di Lêvegera Siyasî de, partiyên din ên Encumeta Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi vê yekê nerazî ne.

Partiyên ENKSê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê mekanîzma diyarkirina her 12 nûnerên xwe di Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de gotûbêj dikin.

Çavkaniyeke agahdar ji civîna taybet bi nûnerên wan partiyan ji Rûdawê re ragihand: “PDK-S daxwaza 4 kursiyan ji nûneratiya ENKSê bo Lêvegera Siyasî dike, lê hersê partiyên ENKSê, Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê, Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi vê yekê nerazî ne, ji ber ku ew jî xwedibînin xwedî gellek alîgir li Rojavayê Kurdistanê.”

Heman çavkanî ragihand: “Ji aliyekî din ve, partiyên biçûk yên di nav ENKSê de jî bi wê daxwaza PDK-S nerazî ne û gefa wê yekê dikin ku, eger kursiyên endametiya Lêvegera siyasî bi vî awayî werin parvekirin, ewê dest ji ENKSê berdin.”

Yek ji bendên Rêkeftina Dihokê ya ku di meha borî de li Dihokê di navbera ENKSê û TEV-DEMê de hat îmzekirin, avakirina Lêvegera Siyasî bû ku dê ji 30 kesan were pêk anîn û her aliyek ji wan jî dê 12 nûnerên wan tê de be.

Rudaw
Top