• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Komarê Iraqa Federal kir

Gulan Media November 5, 2014 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serok Komarê Iraqa Federal kir
Duh çarşem 05.11.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Dr Fuad Mehsûm Serok Komarê Iraqa Federal kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û tehdîda terorîstan û çawayiya rûbirûbûna terorîstên Da'îş hate nirxandin. Her wiha tîşk xistin li ser proseya siyasiya Iraqê û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste hemû aliyek pabendî destûr û rêkkeftina di navbera aliyên siyasiyan bin.

Her li vê civînê de bi eşkere behsa peywendiya di navbera Herêm û Bexda û kêşeyên di navbera wan û rêyên çareserkirina van kêşayan kirin. Li beşekî dinê vê kombûnê da rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna li gel terorîstan û serkeftinên hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan.

Birêz Serok Komar rola hêza Pêşmergeyên Kurdistanî ya derxistina terorîstan ji bendava Musilê û parastina vê bendavê bilind nirxand. Serok Komarê Iraqa Federal destxweşiyê li hêzên Iraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku bi vê dawiyê li bereyên şerê dijî terorîstên Da'îş serkeftinê bi dest ve anîne. Her wiha serxweşiyê li kesukarê wan şehîdan kir ku li şerê terorîstan da canê xwe bexşîne.

Rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û pêwîstiya parastina yekrêziya di navbera aliyan mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.


Top