• Monday, 16 February 2026
logo

Kurdên ku DAIŞ’ê ew serbest berdane gehiştin Kurdistanê

Gulan Media November 5, 2014 Nûçe
Kurdên ku DAIŞ’ê ew serbest berdane gehiştin Kurdistanê
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, rêxistina DAIŞê 93 Kurdên Kobanê serebest berdan, ku berî niha ji aliyê çekdarên wê ve hatibûn revandin, wan jî niha xwe gihandine Herêma Kurdistanê.

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Ramî Ebdulrehman aşkere kir ku, berî niha DAIŞê 100 Kurdên herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê revandibûn, ku ji Kobanê ber bi Qamişlo ve dihatin da ji wê de derbasî Herêma Kurdistanê bibin, niha çekdaran 93 kes ji wan serbest berdan.

Bihaneya girtina wan kesan jî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve ew bû ku, ew nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ne.

Li gor ku ajansa Reutersê li ser zarê çavkaniyekê belav kiriye, ku ew Kurdên ku ji aliyê DAIŞê ve serbest hatine berdanm karîne ji Bakurê Sûriyê xwe bighênin Herêma Kurdistanê.

Heta niha bi sedan Kurd, bi taybetî ji herêma Kobanê, di girîtgehên DAIŞê de dîlgirtî ne, lê heta niha ti zanyariyên hûr li ser hejmare, regez û temenê wan dîlgirtiyên Kurd nehatine komkirin û belav kirin, herwiha çarenvîsa wan jî di destê DAIŞê de nediyare.

Basnews
Top