Misir jî di warê leşkerî de alîkariya Kurdistanê dike
Li gor rojnameya Ereb El-Yewm a Misirê, hikûmeta Misirê bi nivîsareke nehênî daxwaz ji hikûmeta İraqê kiriye ku razî bibe Misir alîkariya pêwist a leşkerî bişîne ji Herêma Kurdistanê re ku nia Pêşmergeyên Kurdistanê şerê DAİŞ’ê dikin.
Çavkaniyên rojnameya navbirî sedema ku hikûmeta Misirê dixwaze destûrê ji hikûmeta Malikî werbigire; ‘’Pêbendbûn e bi hevkariya navbera welatên Erebî’‘ ku Misir naxwaze ew peywendî têk biçe. Herwiha tê gotin ku peywendiyên rasterast jî ligel hikûmeta İraqê dest pê kirine daku di zûtirîn dem de destûrê jê bistînin.
Li gor heman çavkaniyan, Amerîka dixwaze were nav wê hevpeymaniya ku ji bo jinavbirina terorîstan hatiye pêkanîn, bi taybetî piştî ku Amerîka û Misirê girêbestek îmze kirin daku Amerîka helîkopterên Apache bide Misirê.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Jen Psaki jî eşkere kir ku Amerîkayê dest bi şandina helîkopterên Apache bo Misrê kiriye ji ber di hewldanên navdewletî yên rûbirûbûna DAİŞ’ê di welatekî girîng e.
Serokerkanê Misirê jî meha borî tevî civîne nûnerên welatên hevpeyman ên dijî DAİŞ’ê bû, ku li Washingtona paytexa Amerîkayê birêve çû. Bi baweriya çavdêran jî, evna tê wê wateyê ku Misir jî diçe nav hevpeymaniya navdewletî.
Basnews
