• Monday, 16 February 2026
logo

Fermandarekî YPG: Nêzîk, em serkeftina Kobanê radighînin

Gulan Media November 5, 2014 Nûçe
Fermandarekî YPG: Nêzîk, em serkeftina Kobanê radighînin

Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel YPG li kantona Kobanê Mehmud Berxwedan ji televizyona Ronahî a nêzîkî PYD re ragihand ku li gelek cihan êeişên çekdarên DAIŞ şikestiyane û heftiya bê ewê serkeftinê bi dest bixin.

Ew fermanarê YPG diyar kir ku çekdarên DAIŞ li her sê bereyên şer li rojhilat û başûr û rojavayê Kobanê derbeyên mezin xwarine.

Mehmud Berxwedan got: Ew propagandeyên ku belav dikin ku nakokî di nava hêzên YPG û artêşa Sûrî ya Azad de çê bûye neraste û ew yek dikeve xizmeta planên dagirkeran û bi wan propagandeyan dixwazin moralê şervan û gelê me bêxînin. Ew nûçeyên weha tenê di xizmeta berjewendiya DAIŞ û welatên piştevaniya DAIŞ dikin de ye.

Amaje bi wê yekê jî kir ku: Belge li ba me hene ku çendîn general û berpirsên mezin ên serbazî yê çend welatan li nava hêzên DAIŞ de ne û êrişî Kobanê dikin.

Mehmud Berxwedan got: Me hemû plan û hewlên wan pûç kirine û di demekî nêzîk de jî emê mizgîniya serkeftinê bo gelê xwe û cîhanê raghînin.

Rudaw
Top