• Monday, 16 February 2026
logo

Hikûmeta İraqê milyarek dolar li milîşiyayên Şîe serf kiriye

Gulan Media November 5, 2014 Nûçe
Hikûmeta İraqê milyarek dolar li milîşiyayên Şîe serf kiriye
Wezîrê Darayî yê İraqê Hoşyar Zêbarî eşkere kir ku hikûmeta Bexdayê heta niha yek milyar dolar li milîşiyayên Şîe serf kiriye û evna jî hewldanên parastina welat jinav dibe.

Hoşyar Zêbarî ku siyasetmedarekî Kurd e, ji Reutersê re wiha axifî: ‘’Berpirsên berê yên İraqê û yên niha jî, birêvebirina wan xirab e, bi plan in ji wêya ku tenê bi wan aliyan re bikevin têkiliyê ku dikarin Dewleta Îslamî bişkînin, wate ew jî Sune ne.’‘

Zêbarî wiha dibêje: ‘’Hinek sedemên serekî yên krîza aborî ya welêt ew e ku hikûmet pereyekî zêde li milîşiyayên Şîe û girêbestan serf dike. Xwarin, çek, cil û berg û meaş dide milîşiyayên Şîe. Ji meha Hezîranê ve zêdeyî yek milyar dolar li wan milîşiyayan hatiye serfkirin ku wek xwebexş tên naskirin.’‘

Derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Zêbarî nerînên xwe wiha tîne ziman: ‘’Herdu alî hewl didin bighin rêkeftineke normal. Li gor vê rêkeftinê hikûmeta İraqê dest bi şandina meaşê fermanberên Kurdistanê dike û Kurd jî dahata petrolê dişînin xezîneya giştî ya dewletê.’‘

Basnews
Top