Salih Mislim: Heta niha jî helwesta Tirkiyeyê li hember DAIŞ û Kobanî zelal nîne
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Mislim di civîna îro ya Parlementoya Ewropayê de ku taybet bû bi behskirina rewşa Kobanî û Rojavayê Kurdistanê, gotarek pêşkêş kir û got ku ew hîn helwesta Tirkiyeyê li hember DAIŞê nizanin û da zanîn ku pasportên Tirkî bi çekdarên DAIŞê yên li Kobanî tên kuştin re hatine dîtin.
Salih Mislim behsa rewşa Kobanî jî kir û got, piştî 50 rojan ji şer niha rewşa bajêr baştir dibe lê jibilî kurdan, êdî gelên azadîxwaz ên cîhanê jî piştgiriya Kobanî dikin û meşa piştgiriya Kobanî li Arjantînê weke mînak da.
Hevserokê PYDê anî ziman ku wan berî niha li ser metirsiya DAIŞê hişyarî dabûn û gotibûn ku DAIŞ gef e li ser welatên Ewropayê lê hinek dewlet û aliyan gotinên wan bawer nekirin.
Salih Mislim destnîşan kir ku DAIŞ ji ber wê yekê êrişî Kobanî û Rojavayê Kurdistanê dike çimkî wan li wê herêmê modêleke nû ava kirine û got ku rêveberiyeke xweser dê pirsgirêkên navçeyê çareser bike.
