Mesrûr Barzanî: Pêwîste civaka cîhanî hevkariya Kurdistanê bike
Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê dibêje pêwîste civaka cihanî li dijî terorîstên DIŞIê hevkariya Kurdistanê bike.
Şêwirmendê Encumena ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî li Parlamentoya Ewropayê derbarê bi terorîst nasandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji aliyê welatên rojava ve, ragihand: “Ti carî me PKK wek terorîst nas nekiriye.”
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî li Parlamentoya Ewropayê li Brûksela paytexta Belcika derbarê şerê li dijî terorê di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DIŞIê gotarek pêşkêş kir.
Mesrûr Barzanî ragehand ku hikûmeta Iraqê nahêle civaka navdewletî çekên giran ji hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re bişînin.
Mesrûr Barzanî herwiha bang li civaka navdewletî û bi taybetî welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku alîkariyên leşkerî yên zêdetir bigihînin Başûrê Kurdistanê û çekên giran ji hêzên pêşmerge re bişînin.
Mesrûr Barzanî wiha got: “Em hatine li vir daxwaza alîkariyê ji Ewropayê bikin, pêdiviya me bi çek û alîkariya leşkerî heye, divê Ewropa guh nede zextên Iraqê û çekên giran bidin me, ew çekên ku çend welatên Ewropayê pêşkêşî me kirine çekên sivik û navendî ne, ne çekên giran in.”
Barzanî herwiha di derbarê rewşa kurdên êzîdî de wiha got: “Bi hezaran kurdên êzîdî wenda bûn û hatin girtin û jin û keçên wan hatin revandin. Şerê ku niha ew dikin û bi alîkariya balafirên hevpeymaniya navdewletî karîbûn pêşî li qirkirinên din bigrin ku DAIŞê dixwest pêk bîne.”
Mesrûr Bazanî herwiha got, “Em tu danûstandinekê bi DIŞIê re nakin ji ber ku ew tu sînoran nas nake û baweriya me bi demokrasî û buhayên cîhanî heye.”
Şêwirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê wiha got: “DIŞI ne tenê bo Kurdistan û Iraqê lê ji bo hemû cîhanê gefeke mezin e. Herwiha ew endamên DIŞIê yên ji Ewropayê hatine, dê bibin gef û zerar bo welatên xwe.”
Barzanî wiha domand: “Li ba DIŞIê ti sînorek nîne, bûye sedema koçberbûna bi sedan hezar welatiyên Kurdistan û bakurê Iraqê. Wek mînak karesata Şengalê ji xeynî ku ew navçe dagîrkirin bi hezaran xelk koçber kirin.”
Mesrûr Barzanî spasiya alîkariyên Amerîka û Ewropayê jî kir û wiha pêde çû: “Êrişên asmanî bûn sedema rizgarkirina bi hezaran kes û piştî êrişên asmanî me karî çendîn navçeyan rizgar bikin.”
Barzanî derbarê bi terorîst nasandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji aliyê welatên rojava ve, ragihand: “Ti carî me PKKê wek terorîst nas nekiriye.”
Mesrûr Barzanî axaftina xwe wiha qedan: “Niha dema wê hatiye ku Yekîtiya Ewropayê serkirdayetiya xwe nîşan bide û divê hemû cîhan jî alîkariya me bike, ji ber ku em şerê dijî terorê dikin û Herêma Kurdistanê şanaziyê bi vî şerî dike, herwiha em şanaziyê bi wê yekê jî dikin ku me kariye wan kesan jî biparêzin ên ji destê DIŞIê reviyane û koçber bûne.”
