• Monday, 16 February 2026
logo

Biden: Min ji Erdogan lêborîn nexwestiye!

Gulan Media November 4, 2014 Nûçe
 Biden: Min ji Erdogan lêborîn nexwestiye!
Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden got wî ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan lêborîn nexwestiye.

Joe Biden ji beriya niha gotibû Erdogan li ser mijara şervanên li ser Tirkiye re derbasî Sûriye dibin ji wî re gotiye “Hûn mafdarbûn.”

Erdogan ev gotinên Biden derewandibû û gotibû “Min tu gotinen wisa negotine. Heger Biden li Harvardê wiha gotibe ew ji bo min dibe dîrok û divê ji me lêborîne bixwaze.”

Piştî wan gotinan Koşka Spî ragihandibû Biden ji bo gotinên xwe lêborîn xwestiye.

Biden jî beşdarî bernameyek televîzyonê bû û anî ziman wî tu caran ji Serokomar Erdogan lêborîn nexwestiye.

Biden diyar kir ku wî bi telefonê ji Erdogan re gotiye gotinên wî şaş hatine ragihandin.

Herwiha Biden got, “Tê gotin min ji Serokomar Erdogan lêborîn xwestiye lê min tu caran ji wî lêborin nexwestiye.”

Rudaw
Top