Bexdad dê çekên giran bide bi hêza pêşmerge
Hikûmeta Êraqê ji bo berdewambûna berengarbûnên li dijî çekdarên DAIŞ`ê çekên cur be cur dighîne hêzên pêşmerge eve di demekê de ye ku Bexdad dê wan çekan bikrê.
Radeoya dengê Emerîka belav kiriye ku: Wezîrê berevanî yê Êraqê cext li wê yekê kiriye ku hêzên pêşmerge beşekin ji sîstema berevanî ya Êraqê ne û divê piştevaniya wan bête kirin.
Wezîrê berevanî yê Êraqê dibêje: Tişta liba artêşê heye divê liba pêşmerge jî hebe, çûnku erkê pêşmerge heman erkê artêşê ye. Bexdad dema çek bi dest bixe amadeye çek radestî pêşmerge bike daku şerê DAIŞ`ê bikin.
Amaje bi wê jî kir û got: Hema dema ku Bexdadê çek kirî wê demê pêşmerge weku her hêzekî din ê Êraqê pişka xwe ji wan çekan dê hebê, bi taybetî jî çekên giran.
Xendan
