Serokwezîrê Iraqê: Ez budceya Kurdistanê naşînim
Her yek ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Petrolê Adil Ebdulmehdî Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî 1ê vê mehê (Mijdarê) li Bexdayê derbarê şandina budce û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Bexdayê ve, civiyan û bi hûrgilî ew mijar gotûbêj kirin.
Çavkaniyekî li Bexdayê ji Rûdawê re ragihand: “Di wê civînê de Ebadî bi hêris axivî û got: Min ti soz nedane ku budce û mûçeyên Kurdistanê bişînim û ez naşînim jî.”
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di dema ragihandina karnameya karê hikûmeta xwe de, yek ji wan karan şandina budce û mûçeyê Herêma Kurdistanê bû. Herwiha di dema hevdîtinên xwe de ligel berpirsên pilebilind ên Neteweyên Yekbûyî (NY) de, soz dabû ku bi zûtirîn dem budceyê Kurdistanê bişîne.
Di dema borî de, Berdevkê nivîsingeha Heyder Ebadî û berpirsên din ên Iraqê digotin, ligel çûna wezîrên kurd bo Bexdayê û dest bi karbûna wan di hikûmetê de, dê Ebadî budceya Herêma Kurdistanê bişîne. Lê wezîrên kurd çûn û ev demeke ku dest bi karê xwe kirine lê dîsa Ebadî red dike ku budce û mûçeyên Kurdistanê bişîne.
Rudaw
