YPG: Em bi pêşmerge re wekî yek artêşê ne
Mehmûd Berxwedan da zanîn ku Hêzên Pêşmerge yên derbasî Kobanî bûne ji yekîneya çekên giran pêk hatine û bi lêdanên bandor li çdekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) dixin.
Berxwedan bibîr xist ku di şerê li hemberî endamên rêxistina DAIŞê de, însiyatîf di dawiya meha Cotmehê de ketiye destê wan de û destnîşan kir ku bi Pêşmerge re ev însiyatîf qewîntir bûye û wiha got:
“Piştî Pêşmerge derbasî Kobanê bû, hem di pêşwazîkirin hem jî di hevdîtinan de têkiliyeke gelekî êrênî derket holê. Di navbera me û pêşmergeyan de diyalogeke xurt afiriye. Pêşmerge di hevdîtinan de destnîşan kir ku ew ji her tiştî re amade ne. Nûçeyên çapemeniya Tirk ên digotin, ‘Bêbiryar man. Hin ji pêşmergeyan fîrar kirin’ ne rast in, bi armanca reşkirinê hatine weşandin.”
Fermandarê YPG diyar kir ku rewşa sivîlen li Kobanî ne baş e û got “DAIŞ her roj li navenda bajêr û qiraxên bajêr êrîşî sivîlan dike. Li aliyê din demsala zivistanê destpê kir û sivîl li binê konan ji pêwîstiyên jiyanî yên bingehîn bêpar hewl didin bijîn. Elektrîk û av nîne, mercên jiyanê gelekî giran in.”
Mehmûd Berxwedan eşkere kir ku di navbera wan û Artêşa Azad a Sûriyê de tu pirsgirêk nîne û axatina xwe wiha qedand:
“Îdîayên dibêjin 'em Artêşa Azad naxwazin' bêbingeh û derew in. Nûçeyên li ser 'me hêzên ser bi Abdulcabba Egîdî yên hatine Kobanê qebûl nekirine' ne rast in. Ev nûçe û îdîa lîstika çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan e. Berevajî, em tifaqa xwe xurtir dikin û em ê xurtir bikin. Ez bawerim ku hêzên hatine û hêzên YPG ên 50 roj in li ber xwe didin, wê vê yekîtiya xwe di pêşerojê de dewma bikin.” (Çavkanî: ANF)
Rudaw
