• Monday, 16 February 2026
logo

Îtalya: Em serbazên xwe ji Kurdistanê venegerînin

Gulan Media November 4, 2014 Nûçe
 Îtalya: Em serbazên xwe ji Kurdistanê venegerînin
Wezîra Parastinê ya Îtalya Roberta Pinotti ragihand ku ew serbazên welatê wê ku biryar e bo hevkariye hêzên Iraqê û jinavbirina DAIŞê bên şandin, dê li Başûrê Kurdistanê karê xwe bikin.

Wezîra Parastinê ya Îtalya Roberta Pinotti di hevpeyvînekê de ligel televîzyona SKY24 ragihand: “Ew 280 serbazên îtalî ku biryar e bo Iraqê bên şandin piştre venegerin welatê xwe.”

Pinotti wiha domand: “Me daxwaz kiriye ku serbazên me li Herêma Kurdistanê karê xwe bikin. Niha em kar dikin bo diyarkirina cihê ku dê lê kar bikin.”

Li gorî raporteke malpera Link Ste ya Îtalyayê, dibe ku ev pêngava Hikûmeta Îtalya û dema ku dibêje serbazên me venagerin welatê xwe, nîşana vekirina navendeke nû be li Hewlêr bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge.

Serokê Komîteya Parastinê li Encumena Pîran Nicola La Torre derbarê vê yekê ragihand ku, “Em li ser şandina serbazên xwe kar dikin û niha em gotûbêjan dikin bo diyarkirina cihê wan, bêguman ew cih dê Hewlêr be.”

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê Cebar Yawer derbarê wan nûçeyan ji Rûdawê re ragihand: “Nûner û şêwirmendên leşkerî yên welatê Îtalya niha li Hewlêrê ne û di odeya operasyonan de ya hevpeymana navdewletî de kar dikin.”

Yawer wiha domand: “Ew serbazên ku niha li Herêma Kurdistanê ne, dê li vir bin û naçin, lê heta niha ti navendekî leşkerî ya ti welatekî li Kurdistanê nîne, lê belê tişta ku heye tîmên perwede û hevahengî û şêwirmendin. Ew li vir nûneratiya artêşên xwe dikin û pêdiviyên Hêzên Pêşmerge ji çek peya dikin û wan perwede dikin.”

Derbarê wan 280 serbazên îtalî ku dê bo Iraqê bên şandin, Cebar Yawer wiha got: “Ew serbaz yan her serbazekî din bên Iraqê bi hevahengî û rêkeftin ligel Hikûmeta Iraqê dibe û eger pêwîst be jî hinek ji wan bo Herêma Kurdistanê dê bên şandin.”

Rudaw
Top