• Monday, 16 February 2026
logo

“Ji ber şerê DAIŞê ji sedî 70 yê dahata gumrikan kêm bû”

Gulan Media November 4, 2014 Nûçe
“Ji ber şerê DAIŞê ji sedî 70 yê dahata gumrikan kêm bû”
Rêvebirê Giştî yê Bacê li Herêma Kurdistanê zanyariyên girîng li ser pirsa bacê aşkere kirin.

Di vê derbarê de, Rêvebirê Giştî yê Bacê ya Herêma Kurdistanê, Zanyar Mihemed Qadir aşkere kir ku, pereyên bacê li Herêma Kurdistanê ligor Bexdayê gelek hindikin û got:``Kêmbûna bacê di demekê de xirab bû ji bo komkirina dahatê, lê rola wê ya baş hebû di ahtina şirket û sermayedarên biyanî de bo Herêma Kurdistanê û encamdana karê sermayegozarî, bo nimûne kesê ku weberhênanê bike heta 10 salan bacê ande``.

Herwiha navborî got:`` Bi rêya projeyasayeke hikûmetê bacê zêde bikin û bo parlamentoyê bişîne daku bi pejrîne, ji ber ku hikûmet rasterast nikare destkariyê di pirsa bacê de bike, çi bo lêbûrîn be, yan bo zêdekirinê be``.

Rêvebirê Giştî yê Bacê, ev yek jî aşker ku, ji sala 1982`an ve yasaya bacê hejmare 103 hatiye derkirin, niha jî bendên wê yasayê kar pê tê kirin, lê gelek kevinbûye û divê ew projeyasa were guhertin di yasaya bacê de, radestî parlamento bê kirin, niha mijûlin reşnivîsekê amadebikin û wek Bexdayê bikin, çûnkî baca Bexda sê qatan ji baca me bêhtire, bo nimûne li Herêma Kurdistanê rêjeya bac wergirtin ji belênderan, tenê ji sedî 7 ji qazancê distînin, lê Bexda ji sedî 18 distîne.

Zanyar Qadir bal kişand ser wê yekê jî ku, dewlemend û sermayedarên xwecihî hene xwe ji bacê vedidizin û yên bacê didin pereyên hindikin, çûnkî rêjeya bacê gelek hindike û got:``Ligor yasaya bacê her kesek xwe ji danîna bacê vedize yan zaniyariyên ne rast bide Fermangeha Bacê, wê baca wî du qat zêde bibe û ji 1-6 mehan were zîndanîkirin, nimûne ji ber nedana bacê, li gor yasayê min rêwîtî li çend bazirganan qedexe kir ``.

Herwiha navbûrî dahata Herêma Kurdistanê aşkere kir û got:`` Sala bûrî 130 milyar dînar dahata bacê bû, her meh 10 milyar dînar dahata bacê heye, ji baca derametê û baca jêbirîna rasterasta baca xanûberan û baca şirketan, baca veguhestina mulkayetiyê, em dixwazin bacê zêde bikin û bighînin 210 milyar dinar``.

Zanyar Qadir tekez jî kir û got:``Em naxwazin bacê li ser hemû sêkteran zêde bikin, çûnkî ev yek dibe sedema bargiraniyê bo welatiyan, nimûne em dikarin bacê li ser pizîşk û endezyar û zêrîngeran û şirketan zêde bikin``.

Herwiha Rêvebirê Giştî yê Bacê aşkere kir ku, ji ber şerê DAIŞ`ê ji sedî 70 ji dahata gumrikan kêm bûye û got: Bêhtir ji 20 hezar şirket di Herêma Kurdistanê de bi fermî kar dikin, lê heta niha 14 hezar şirket li Rêvebiriya Giştî ya Bacê hatine tomarkirin û ji sedî 95 ji butçeya kargeh û şirketan ne rastin û bi cûrekî datînin ku, şûna qazancê zirar kiriye, daku bacê nedin``.

Basnews
Top