Mesrûr Barzanî: PKK ne terorîst e
Şewirmendê civata ewlekariya netewî li Parlementoya Ewrûpayê gotarek girîng pêşkêş kir.
Îro Şewirmednê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî li ser daxwaza Parlementoya Ewrûpayê serdana Parlementoya Ewrûpayê kir û derbarê rewşa Kurdistan, Îraq, deverê û şerê dijî terorîstên DIŞIê de gotareke gelek girîng û balkêş pêşkêşî Ewrûpiyan kir.
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de behsa sedemên derketin û çawetiya bihêz bûna terorîstên DIŞIê kir û got: Yek ji sedemên serekî yên derketina DIŞIê rewşa siyasî ya Sûriyayê ye, jiber ku dema civka cîhanî xwest li dijî rejîma Beşar Esed dest bi tevgeran bike rejîma Beşar Esed bo ku ji cîhanê re biselmîne ku ti alternatîfeke baştir ji Esed tuneye DIŞI damezrandin û hevkariya DIŞIê kir û bi vê rengî DIŞI jî dest bi teror û pêk anîna kiriyarên dij bi mirovatî kir lewre civaka cîhanî jî jiber ku dît DIŞI ji rejîma Beşar Esed xirabtire li hember rejîma Beşar Esed bêdeng ma.
Derbarê çawetiya bihêz bûn û herwiha çavkaniyên darayî yên DIŞIê de Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku DIŞI bi rêya firotina petrolê pereyên baş bidest dixe û herwiha hin welat jî hevkariya terorîstên DIŞIê dikin.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ya gotara xwe de behsa şerê hêzên pêşmerge û şerwanên Kurd yê li dijî terorîstên DIŞIê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir û got: Hem pêşmerge him jî şerwanên Kurd bi qehremanî li dijî terorîstan şer dikin û him pêşmerge û him jî şerwanên Kurd û berxwedana Kobanê jî hêjayê vê yekêne ku civaka cîhanî hevkariya wan bike.
Barzanî got: DIŞIê xwedan çekên giran û pêşkeftiye lewre bo ku hêzên pêşmerge û şerwanên Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de jî bikaribin bi başî şerê terorîstan bikin pêdiviya wan bi çekên giran û pêşkeftî û hevkariya civaka cîhanî heye.
Di bersifa pirsekî de derbarê hevkariyên Bexdayê bo Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî eşkere kir ku DIŞI her çend çekên artêşên du welatan bidest xistiye lê hêzên pêşmerge ne xwedanên ti çek û cebelxaneyeke pêşkeftîne û Bexda vê yekê jî gelek bi başî dizane û heta niha netenê hevkariya hêzên pêşmerge nekiriye belku rê nedaye ku hevkariya hêzên pêşmerge jî were kirin.
Barzanî di bersifa pirsekî de derbarê rola Îranê de jî diyar kir ku Îran li Îraqê bi giştî xwedan role û di dema şerê DIŞIê de jî weke şewirmendê leşkerî hevkariya hêzên pêşmerge kiriye.
Derbarê role Tirkiyeyê de jî Barzanî anî ziman ku her çend Tirkiye weke pêwîst hevkarî nekiriye lê diyare sedemên taybetî yên vê yekê hene.
Derbarê qonaxa çareserî ya pirsa Kurd ya li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî Barzanî eşkere kir ku emê bi her awayî piştgîriya çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê dikin û bo vê yekê jî heta niha çi ji me hatiye bo serxistina vê prosesa han me cîhbicîh kiriye.
Derbarê pirsekî ya li dor derxistina pkk ji nav lîsteya teror ya YEê de Barzanî eşkere kir ku lazime Pkk ji vê lîsteya han were derxistin jiber ku pkk ne terorîste û me ti car bi çavê terorîst li pkk nemêzane.
