Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge bi awayekî demkî li Kobanî dimînin
Serokwezîrê Kurdistanê dibêje pêşmerge bi awayekî demkî li Kobanê dimînin
Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, Hêzên Pêşmerge bi awayekî demkî li Kobanî dimînin.Herwiha da zanîn ku ew hêz li ser daxwaza Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çû Kobanî.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ligel ajansa Associted Press de ragihand: “Hêza Pêşmerge bi awayekî demkî li Kobanî dimîne.”
Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Hêzên Pêşmerge li ser daxwaza YPGê bo Kobanî hatin şandin û armanca sereke yaw ê hêzê jî alîkariya şervanên YPGê ye.”
Barzanî eşkere jî kir ku rola Amerîka di razîkirina Tirkiyeyê de bo şandina Hêzên Pêşmerge bi riya axa wî welatî ve bo Kobanî hebûye.
Serokwezîr wan welatan rexne dike ku hîna jî çekên giran nedane Hêzên Pêşmerge û tekez dike ku, “Êrişên asmanî ne bes in ji bo tunekirina DAIŞê.”
Derbarê rizgarkirina bajarê Mûsilê jî, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, derbarê şandina hêzekê ji Bexdayê bo kontrolkirina Mûsilê ew ligel rayedarên Bexdayê axiviye, lê heta niha ti hêz ji Bexdayê nehatiye şandin.
Barzanî her wiha dibêje ku, Kurdistan ne dixwaz e Mûsilê dagîr bike û ne jî dixwaz e bo girtina wî bajarî Hêzên Pêşmerge bişîne.”
