• Monday, 16 February 2026
logo

Dawudoglu êriş kir, HDP'ê bersivek tund da!

Gulan Media November 3, 2014 Nûçe
Dawudoglu êriş kir, HDP'ê bersivek tund da!

Serokwezirê Tirkîyê Ehmed Dawudoglu di serdana Afyonkarahisa de di derbarê pêvajoya çareserîyê de axivî. Dawudoglu banga HDP'ê ya "Bila pevajoya çareserîyê berdewam bike" bi bîr anî u dîyarkir ku heger HDP li gorî qanunan tevbigere dê hevdîtinan bi wan re berdewam bike.

Dawudoglu wiha berdewam kir: "Pêvajoya çareserîyê di serî de pêvajoyek ku gelê me lê xwedî derdikeve. Şêwirînên me berdewam dike. Ev şêwirîn ne tenê HDP bi tevan gelê me re dê çêbibe. Heger HDP li gorî qanunên Tirkîyê tevbigere dê hevdîtinên me berdewam bike. Heger helwesta xwe li hemberî tundîyê, teror, çalakîyên bê destur nîşan bidin emê bi wan re bibine muxatap."

Ji HDP'ê bertekek tund

Piştî daxuyanîya Dawudoglu, Şandeya HDP'ê ya İmralî li parlementoyê bi daxuyanîyekê bersiv da. Parlementerên HDP'ê Pervin Buldan u İdris Baluken jî di daxuyanîyê de amade bun. Li ser navê şandeyê Parlementerê HDP'ê Sırrı Süreya Onder daxuyanî da u balkişand ser axaftina Dawudoglu.

Onder bertek li hemberî daxuyanîya Dawudoglu nîşanda u wiha axivî: "Bi teybetî ji berxwedana Kobanê vir de ji hêla hikumet û derdorên ku girêdayî hikumetêne bi kempanyaya sîyasî ya lîncê weke operasyonekê destpêkirine u em jî dixwazin li hemberê vê yekê nêrînên xwe binîn ziman."

HDP: Ev tevger ne tevgerek ku ji kesekî fermanan bigire

Onder balkişand ser axaftina Dawudoglu ya "Heger HDP weke partîyekê nêz bibe dê muxatabîya me berdewam bike" u wiha axivî: "Bi zimanekî gelekî fermandarî, dehfdêr, ku ji pêvajoyê re xizmet nake û aştîyê nake pêşikîya xwe li ser partîya me hikm daye. Em vî zimanî û nêzîkatîyên weke vêya red dikin. Ne maf u hedê kesekî ye ku nêzikatîya HDP û sazîyên me yê di nîşan bide. Em vê yekê bi vî rengî îadeyî brêz Dawudoglu dikin. Ev evîna hed danê ya ji vê xêzê re ne evînek nû ye û ev ne serokwezîrê yê ku ber bi bayê vê evînê ketî ye. Me gelek rêvebir û rayedarê dewletên ditîn. Aneha ew kesên ku ber wî bayî ketine ji dîroka sîyasetê tevde hatine ji bîr kirin. Ji bo wisa ev ne zimanekî raste. Dawudoglu û kesên ku weke wî di fikirin bila li 2 sal berê helwest û berteka me ya li hemberî van gefan binêrin. Ev tevger ne tevgerek ku ji kesekî fermanan bigirê ye."

Xendan
Top