• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li wezîrê bergiriya Îraqê kir

Gulan Media November 3, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li wezîrê bergiriya Îraqê kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, Duh roja duşemiyê 03.11.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Xalid Elubeydî wezîrê bergiriyê Îraqê û şandeya pê re ku, ji serokerkanê sopayê Îraqê, berpirsên hevahengiya asayîşa amerîkayî li Îraqê, waliyê Mûsilê û çend şîretmend û berpirsên serbaziyên îraqî û amerîkayî pêkatibû, kir.

Di civînekê de ku, wezîrê pêşmergeyê herêma Kurdistanê amade bû, tekîd li ser hevkarî û hevahengiya navbera pêşmerge û arteşa Îraqê de hat kirin û di vî warîde wezîrê bergiriyê Îraqê rola pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de bilind nirxand û bi taybetî behsa giringiya operasyona rizgarkirina Zumar û Rebiye ji aliyê pêşmergeyê Kurdistanê ve kir û azadkirina wan her du deveran ji bin destê terorîstên DAÎŞ de bi pêngaveke giring wesif kir û destxweş û sipasiya pêşmerge kir.

Wezîrê bergiriya Îraqê got ku, ew pêşmergeyê Kurdistanê weke beşek ji sîstema bergiriya Îraqê dizane û ew dê lêbixebite dosyeya pirsgirêkên pêşmerge digel Bexdayê çareser bike. Wî hêvî kir ku, serdana çaverêkiriya şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê ji bo dîtina çareseriyan bo hemû pirsgirêkan bibe rêxweşkerek. Herwesa behsa pêwîstiya bihêzkirina şiyanên arteşa Îraqê kir û ragehand ku, arteşa Îraqê ji rewşa bergiriyê ketiye di rewşa êrîşkirinê de.

Rewş û pêşhatên serbazî û giringiya beşdarîkirina eşîretên îraqî di şerê dijî terorîstan de û pêkanîna hêza bergiriya niştimanî ji gêncên deverên cudayên Îraqê di civînê de hatin gotûbêj kirin û tekîd lis er wê yekê hat kirin ku, pêkanîna hêzên herêmî ji hoz û eşîran ji bo vê qonaxa cenga dijî terorîstan pêwîst e û dê karîgeriyeke baş li ser guheretina balansa serbazî li eniyên şer hebe.

Rola hevpeymanan di cenga dijî DAÎŞê de mijareke din a civînê bû û têde pesina êrîşên asîmaniyên Amerîka û hevpeymanan bo ser bingeh û çeperên DAÎŞ kir ku, tesîreke mezin li ser liv û tevgerên terorîstan hebûye û sîstema piştevaniya serbaziya terorîstan bi awayekî ber bi çav têkşikandiye.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember serdana wezîrê begiriya Îraqê û şandeya pê re bo herêma Kurdistanê nîşan da û tekîd kir ku, tevî karîgeriya êrîşên asîmaniyên Amerîka û hevpeymanan li dijî bingeh û çeperên DAÎŞ, lê ew êrîş bi tenê têra nakin û şerê dijî terorê pêwîstî bi guhertina stratejiyê heye û divê hêzên pejayî û yekîneyên serbazî bên bihêz kirin û çek û cebilxaneya pêwîst ji bo wan bê dabîn kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê rola beşdarbûna welatên erebî di hevpeymaniya navdewletî de li dijê DAÎŞê bi giringî û karîger wesif kir û tekîd kir ku, hebûna welatên erebî di wê hevpeymaniyê de dê tesîreke mezin hebe.

Li dor têkeliyên Hewlêr û Bexdayê jî serokwezîr got: Em bi geşbînî li paşeroja têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê dinêrin û em dixwazin hemû pirsgirêkan bi Bexdayê re çareser bikin.

Top