• Monday, 16 February 2026
logo

Li sinûrê Hindisgtan û Pakistan ê Êrişa bi bombeyan: 60 mirî

Gulan Media November 3, 2014 Nûçe
Li sinûrê Hindisgtan û Pakistan ê Êrişa bi bombeyan: 60 mirî
Li Pakîstanê di encama êrişên duhî yên bi bombeyan de hejmara mirîyan gihîştiye 60 kesan.

Li navbera sînorê Pakîstan û Hindîstanê duhî bi bombeyan êrişek hat pêkanîn û di encama êrişê de 60 kesan jiyana xwe ji dest da û 110 kes jî birîndar bûn.

Hat îdia kirin ku çalakiya li nêzîkê sînor ya li ber deriyê restorantekê hatî pêkanîn xwekûjerekî kiriye.

Hat zanîn avahiyen li nêzîkê cihê bûyerê zerar dîtine.

Teqîn dema vegerandina hemwelatiyên li sînorê Vagahê çûyîn merasîma al daxistînê çêbû.

Serokwezîrê Pakîstanê Navaz Şeri got, “Ez wê çalakiya ku terorîstan pêk anî bi tundî şermezar dikim.”

Êriş rêxistina weke Talibana Pakîstanê tê zanîn a bin banê Tahrîkî Taliban a Pakistan (TTP) a bi navê Cemaaul Ahrar li xwe girt.

Hat ragihandin ku berdevkê komê Ehsanullah Ehsan gotiye endamek yê wan êriş pêkanî ye û herwiha di demek kurt de dê dîmenên êrişê biweşînin.

Li sînorê Vagahê her roj ji aliyê leşkerên pakîstanî û hindî ve weke şerê dîka ya al daxistînê lidarxin. Ji bo temaşekirinê hemwelatiyên her du dewletan diçin ser sînor.

Rudaw
Top