• Monday, 16 February 2026
logo

“Ev du mehin Pêşmerge li hemû eniyan neşikestine”

Gulan Media November 3, 2014 Nûçe
“Ev du mehin Pêşmerge li hemû eniyan neşikestine”
Wezareta Pêşmerge ragihand ku, di heyama du mehan ji şer de, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li ti eniyeke şer neşikestiye, lê belê serkeftinên mezin bidest xistine.

Berpirsê ragihandina Wezareta Pêşmerge, Helgurd Hikmet di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re balkişande ser rewşa Pêşmergeyan di eniyên şer de û got: “Bi berhevkirina Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ya mezin û bihêz û pirçek, derdikeve ku Hêzên Pêşmerge serkeftinên mezin bidest anîne, di heyama her du mehên bûrî de jî Pêşmerge li ti eniyeke şer neşikaye.”

Helgurd Hikmet da zanîn ku, pêwîste behsa van serkeftinan were kirin “Ji ber ku raste em ji aliyê xwe kêmasiyan dibînin, lê ji aliyê derve ve tenê serkeftinên Pêşmerge û aliyên erênî tên xuykirin.”

Li set rewşa Pêşmerge li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, Berpirsê ragihandina Wezareta Pêşmerge got: “Bêguman dê Pêşmerge li Kobanê serkeftinê bidest bînê, dê beşek ji serkeftina Rojava jî ber bi Pêşmergeyan bikeve.”

Basnews
Top