“Ev du mehin Pêşmerge li hemû eniyan neşikestine”
Berpirsê ragihandina Wezareta Pêşmerge, Helgurd Hikmet di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re balkişande ser rewşa Pêşmergeyan di eniyên şer de û got: “Bi berhevkirina Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ya mezin û bihêz û pirçek, derdikeve ku Hêzên Pêşmerge serkeftinên mezin bidest anîne, di heyama her du mehên bûrî de jî Pêşmerge li ti eniyeke şer neşikaye.”
Helgurd Hikmet da zanîn ku, pêwîste behsa van serkeftinan were kirin “Ji ber ku raste em ji aliyê xwe kêmasiyan dibînin, lê ji aliyê derve ve tenê serkeftinên Pêşmerge û aliyên erênî tên xuykirin.”
Li set rewşa Pêşmerge li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, Berpirsê ragihandina Wezareta Pêşmerge got: “Bêguman dê Pêşmerge li Kobanê serkeftinê bidest bînê, dê beşek ji serkeftina Rojava jî ber bi Pêşmergeyan bikeve.”
Basnews
