Ciburî: Barekî giran ketiye ser milê Herêma Kurdistanê
Piştî civîna xwe ya ligel şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Serokê Parlamentoya Îraqê Selîm Ciburî di civîneke çapemeniyê de got: ‘‘Herêma Kurdistanê barekî giran yê koçberên derverên din ên Îraqê girtiye ser milê xwe û ji ber vêna daxwaza bi lez ya civîna asta bilind dikim bo çareser kirina pirsgirêkan.”
Ciburî behsa metirsiya DAÎŞ’ê li ser Îraqê jî kir û wiha axifî: “Divê wek pêngava yekem hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqê, metirsiya DAÎŞ’ê li ser Îraqê bi dawî bînin û piştre jî rewşa Îraqê bibînin û pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin.”
Ciburî axaftina xwe wiha qedand: “Herêma Kurdistanê barekî giran ên koçberên Îraqê girtiye ser milê xwe û em jî spasiyê Hewlêre dikin.”
Basnews
