Biryara Bexdadî derbarê fermandarên Kurd
Di dema niha de Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê ) biryara dûrxistina fermandarên xwe yên Kurd der kiriye û hejmarek ji wan rê kiriye bereyên şer ku ew wek siyaseta bikaranîna ciwanên Kurd li hemberê Hêzên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Parastina Gel (HPG ye.
Li gor Malpera Sûmeriye News jî roja Şemî ya bûrî Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) fermandarekî Kurd bi navê Ehmed Îsa kuştiye lê hîna sedemê kuştina nayê zanîn.
Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, Ebo Bekir Bexdadî itîraf bi wê yekê kiriye ku Dezgeha Sîxûriya Îraq`ê endamên xwe bi nehênî rê kirine nava wê rêxistinl lewra Bexdadî biryar da ku êdî tu kesên bi regez Îraq`ê wernegere nava rêzên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê ) , tenê kesên bi regez biyanî werbigrin.
Xendan
