• Monday, 16 February 2026
logo

Wezîrê Parastinê yê Iraqê hat Hewlêrê

Gulan Media November 2, 2014 Nûçe
Wezîrê Parastinê yê Iraqê hat Hewlêrê
Şandeke pilebilind ji Wezareta Parastinê ya Iraqê bi serokatiya Wezîrê Parastinê gihîşt Hewlêrê.

Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Iraqê Xalid Ubeydî vê sibehê bi serokatiya şandekê hat Hewlêrê, ku ew şand ji çend berpirsên leşkerî pêk tê ji wan jî Serfermandarê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî.

Li gorî agahiyên Rûdawê ew şanda Hikûmeta Iraqê dê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.

Yek ji mijarên civîna Barzanî û Ubeydî dê gotûbêjkirina hevkariya hev beli dijî metirsiya DAIŞê.

Rudaw
Top