• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li berpirsa giştiya UNESCO kir

Gulan Media November 3, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li berpirsa giştiya UNESCO kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duhî roja yekşemiyê 02.11.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Îrîna Bakova rêvebira giştiya rêxistina UNESCO yê a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve û şaneya pê re ku, ji hijmarek berpirsên UNESCO û berprisên saziya şûnwarên Îraqê û sefîrê Îraqê li UNESCO pêkhatibû kir.

Di civînekê de behsa pirosesa naskirina kela Hewlêrê di lîsteya şûnwarên dîrokiyên cîhanî de weke beşek ji kulturê cîhanî û mirovatiyê kir ku, duhî li kela Hewlêrê merasima bifermînaskirina wê hat saz kirin. Bi taybetî behsa xebat û tekoşîna wan kes, sazî, alî û welatên kir ku, piştî piroseseke dûr û dirêj kela Hewlêrê ket nav lîsteya şûnwarên cîhanî de. Di vê çarçoveyê de bi taybetî rola Îrîna Bakova û sefîrê Îraqê li rêxistina UNESCO bi bilindî hat nirxandin.

Di civînê de, herwesa, behsa wan deverên herêma Kurdistanê yên ku, şûnwarên dîrokî lê hne hat kirin û tekîd li wê yekê kir ku, di çarçova zanista şûnwarnasîyê de zêdetir giringî pê bê dan û ji aliyê saziyên peywendîdar ve çavdêrî lê bê kirin û bên parastin daku bibin deverên tûrîsmê û bala tûrstên herêmê, deverê û cîhanê bikşînin. Behsa wan pêngavan hat kirin ku, pêwîste ji bona zêdetir giringîdan bi şûnwarên hertêma Kurdistanê bên avêtin û pilan û bernameyekî taybet jê re bê amade kirin kir.

Rewşa Îraqê, herêma Kurdistanê û deverê û pêşhateyên cenga dijî terorê çend mijarên din yên civînê bûn.
Top