• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê berê yê Îtîlafa Niştîmaniya Sûriye kir

Gulan Media November 3, 2014 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê berê yê Îtîlafa Niştîmaniya Sûriye kir
Duh yekşem 02.11.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Şêx Ehmed Asî El Cerba Serokê berê yê Îtîlafa Nîştîmaniya Sûriye û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Dr Roj Nurî Şaweys Cîgirê Serok Wezîrê Hikûmeta Iraqa Federal û Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasî û emniya Iraq, Sûriye û navçeyê û şerê dijî terorîstan hate guftûgo kirin û serkeftina hêzên Pêşmerge li rûbirûbûna terorîstan bilind hate nirxandin. Her li vê hevdîtinê de êrîşa terorîstan bi taybet rêxistina terorîstî ya Da'îş ya ser aramî û paşaroja navçeyê hate axaftin û di derbarê çawayiya rûbirûbûna terorîstan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her wiha her dû alî li ser ewe hevre bûn ku têkşikandina terorîstan û rîşekêşkirina wan pêwîstî bi hewlekî hevbeşa hemû aliyan heye.

Top