HPŞ hêrişên DAIŞ`ê li Şengal`ê têkşikandin
Hevdem li nêzîkî devera Şerefedîn ya li çar rêyane Burk otombêleke çeteyên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) ku hejmarek çete têde bûn ketin kemîna Hêzên Parastina Şengal`ê ku di encam de otombêla çeteyên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê)hat têkşikandin û tevaya sernişînên otomblê jî hatin kuştin.
Her îro li navçeya Sinon`ê ya ser bi qezaya Şengal`ê jî çeteyên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) hêriş kirin ser Hêzên Parastina Gel (YPG) lê YPG bi tundî bersiva wan da û hêrşên wan têkşikandin.
Xendan
