• Monday, 16 February 2026
logo

HPŞ hêrişên DAIŞ`ê li Şengal`ê têkşikandin

Gulan Media November 3, 2014 Nûçe
HPŞ hêrişên DAIŞ`ê li Şengal`ê têkşikandin
Duh li çend cihên nêzîkî Çiyayê Şengal`ê terorîstên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) hêriş kirin ser Hêzên Parastina Şengal`ê lê Hêzên Parastina Şengal`ê bersiva wan dan û hêrişên wan têkşiyandin lewra çeteyên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) neçar man ku hêzên xwe paşve vekşînin.

Hevdem li nêzîkî devera Şerefedîn ya li çar rêyane Burk otombêleke çeteyên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) ku hejmarek çete têde bûn ketin kemîna Hêzên Parastina Şengal`ê ku di encam de otombêla çeteyên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê)hat têkşikandin û tevaya sernişînên otomblê jî hatin kuştin.

Her îro li navçeya Sinon`ê ya ser bi qezaya Şengal`ê jî çeteyên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) hêriş kirin ser Hêzên Parastina Gel (YPG) lê YPG bi tundî bersiva wan da û hêrşên wan têkşikandin.

Xendan
Top