• Monday, 16 February 2026
logo

Kela Hewlêrê bû beşek ji kelepûra cîhanê

Gulan Media November 3, 2014 Nûçe
Kela Hewlêrê bû beşek ji kelepûra cîhanê

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, Îrîna Bakova rêvebira giştiya rêxistina UNESCO a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve, hijmareke wezîr û berpirsên herêma Kurdistanê, konsulên welatên biyanî li Hewlêrê û aliyên peywendîdar li hikûmeta federaliya Îraqê, duhî roja yekşemiyê 02.11.2014ê li bajarê Hewlêrê, merasima danan kela Hewlêrê di lîsteya şûnwarên dêrîn û dîrokiyên cîhanê de hat saz kirin. Bi vî awayî kela Hewlêrê dibe yekemîn şûnwarê dîrokiyê herêma Kurdistanê bikeve di lîsteya cîhaniya UNESCO yê de.

Di merasimê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û kêfxweşiya xwe li hember nasandina kela dîrokî û dêrîna Hewlêrê weke şûnwarek cîhanî û beşek ji kelepûrê dîrokî, mirovatî û dinyayê diyar kir. Serokwezîr ew yek bi pêngaveke din ya mezin û giringa Kurdistanê ber bi cîhanê ve û bi serbilindî û şanaziyeke mezin bo Hewlêr, Kurdistan û hemû Îraqê û heta bo Rojhilata Navîn jî wesif kir.

Serokwezîr behsa dîroka kela Hewlêrê kir û got ku, Kela Hewlêrê ew cîyê bi dirêjiya şeş hezar salên temenê xwe, rihên xwe di kûratiya dîrokê de avêtine, bi dehan şaristanî û desthilatdariyên cuda yên împirator, padîşah û serkirdeyên cîhanî û herêmî bi rê kirine û di hemû çax û serdeman de hertim ji bo parastina Hewlêr û xelkê wê mertal bûye. Tirsinaktirîn hêz û arteşên dagîrkeran têkşikandine û ew bi xwe, weke hertim, bi serbilindî û serferazî di nav cergê vî bajarî de maye.

Li dor dîroka nêzîk jî serokwezîr got ku, Kela Hewlêrê bi dehan kesatîyên navdar û jêhatî di hemû waran de ji bo Kurdistanê pêgihandine, û awayê jiyan, kultur û kelepûrê Kelê bûye beşek diyar û sereke yê pêkhateya jiyana civakî û Kultirî ya Hewlêrê, her vê yekê jî wisa kiriye ku, Kela Hewlêrê, di sedan helbest û stranan de û di edebiyata kurdî de rengdaneke diyar û ber bi çav hebe û got: Mafê hewlêriyan û timama xelkê Kurdistanê ye îro şanaziyê bi vê destkeftiya mezin bikin û bi wê yekê serbilidn bin ku, kela Hewlêrê dikeve nav rêza şûnewarên dîrokiyên cîhanî de û dibe milkê timama mirovatiyê.


Rêvebira UNESCO şihadenameya nasandina kela Hewlêrê pêşkeşî Nêçîrvan Barzanî dike

Serokwezîr sipasiya wan hemû alî û kesatiyan yên ku di nasandina kela Hewlêrê weke şûnwarek dîrokiyê cîhanî rol lîstiye kir û bi taybetî sipasiya rêxistina UNESCO a ser bi Neteweyên Yekgirtî, Îrîna Bakova rêvebira giştiya rêxistina UNESCO, Komisyona balaya nûjenkirina kela Hewlêrê û desteya şûnwaran li Îraqê û nûnerê UNESCO li Îraqê kir.

Li dor rewşa nuha herêm û dever ê tê de derbas dibe, serokwezîr di peyava xwe de got: Di rojeke wisa de çênabe em behsa rewşa welêt û herêmê nekin ku, berhingarî teroreke hovane û rewşeke dijwar de derbas dibe. Rewşeke wisa ku, Kurdistan bûye xeta pêşîna cenga hevpeymaniya navdewletî li dijî terorê û pêşmergeyên qaremanên Kurdistanê nuha li şûna hemû cîhan û mirovatiyê bergiriyê ji xak, xelkê Kurdistan, cîhanê û buha û nirxên dinyaya azad dikin û ji bona wan nirx û buhayan şehîd û birîndaran dibin. Herwesa digel xwîşk û birayên xwe ji bo piştevaniya Kobanî bi hev re têdikoşin û bergiriyê dikin.

Serokwezîr behsa giringiya yekrêziya navmala kurd kir û got ku, yekêtî û yekrêziya niştimaniya hêz û aliyên siyasî, xelk û pêkhateyên Kurdistanê ku, wek hertim şertê yekemîn ê hemû serkeftinên me ye, piştgirî û hevkariya dostên me li cîhan û deverê, bûye sedemê hindê pêşmerge ku, berxwedaneke mêrxasane dike û bi canê ”yan Kurdistan yan nemna” li eniya şer e, însiyatîvê bixe destê xwe û rojane di pêşrewiyê de be û roj li pey rojê terorîstan têkbişkîne.

Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de careke din tekîd li ser pêwîstiya pêşmerge bi şekên giran û rahînanê kir û got ku, ji bona serkeftinên mezintir û zêdetir têkşikandina terorîstan, pêşmerge pêwîstî bi çekê giran, rahînan û zêdetir hevkariya dostan û civaka navdewletî bi giştî heye.

Serokwezîr paşî hate ser rewşa îraq û herêma Kurdistanê û behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got ku, ji destpêka îsal ve hikûmeta federaliya Îraqê budce û miaşê karmendên herêma Kurdistanê biriye û ji encamê siyaseteke şaş û şikestî qûtê xelkê Kurdistanê kir karteke fişarê di nakokî û pirsgirêkên siyasî de li dijî hikûmeta herêma Kurdistanê bikar bîne, ev yek jî bi wê hêcetê ku, qaşo herêma Kurdistanê bi awayekî serbixwe neftê difiroşe! Lê serokwezîr got ku, ew gotinên hikûmeta Îraqê ji hemû rastiyan dûr in û piştî birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, hîngê hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi firotina neftê kir.

Barzanî got ku, xweragiriya hevwelatiyên Kurdistanê û tehemula wan li hember bêbudceyî û miaşiyê siyaseta wan yên ku ji encamê şaşî, miamile û siyaseta şaş hemû Îraq ber bi karesateke siyasî, emnî û serbazî bir, şikênand.

Serokwezîr sipasiya hevwelatiyan, karmendan û timama xelkê Kurdistanê kir ku, tehemula wê rewşê kirin û dikin, sipasiya karsaz, kompanî û belênderan kir ku, tevî nebûna budceyê dest ji karên xwe bernedan û li ser pirosesa avadankirina Kurdistanê û encamdana kar û pirojeyan berdewam bûn.

Barzanî hemû karmend û xwedîmiaşên herêma Kurdistanê dilrehet kirin ku, tu miaşên wan jinav naçin û hemû dê bi timamî miaşên xwe werbigirin.


Îrîna Bakova rêvebira UNESCO peyava xwe pêşkeş dike

Li dor beşarîkirin di hikûmeta nû ya Îraqê de serokwezîr got: Ka çawa me li herêma Kurdistanê yekêtî û yekrêziya xwe parast û me hemûyan bi hev re hikûmeta herêma Kurdistanê pêkanî, me gelek îsrar li ser wê yekê kir ku, bi eynî awayî bi hev re beşdariyê di hikûmeta nû ya Îraqê de bikin. Em careke din tekîd dikin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze û amadeye hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê û li ser bingehê lihevtêgihiştinê li gor rêalîteya heye digel Bexdayê çareser bike.

Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku, beşdarîkirin di hikûmeta nû ya Îraqê de derfeteke ku, Bexda ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavan pavêje û bi hev re bigihin çareseriyekê ku, ji bo timama Îraqê baş be di berjewendiya hemû aliyande be. Îraqek ku, bikaribe fêdey ji şaşiyên berê werbigire û bi awayekî tevbigere ku, welêt ji wê karesata tê de ye rizgar bibe.

Di merasimê de, Dara Yaqubî serokê komisyona balaya nûjenkirina kela Hewlêrê peyvek pêşkeş kir û sipasiya wan hemû alî û kesatiyan yên ku, di danan kela Hewlêr di lîsteya şûnwarên cîhanê de rol lîstiye kir. Wî bi tyabetî sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê, waliyê Hewlêrê û hemû welatên endam di UNESCO yê de yên ku di vê dosyeyê de rol hebû, kir.

Yaqubî got ku, sala 2007ê dest bi pirojeyê naskirina kela Hewlêrê hate kirin û cîyê xwe di lîsteya şûnwaran de wergirt û sala 2010ê gelek piroje tê de hatine cîbicîkirin û UNESCO jî jê nêzîk çavdêrî dikir.

Newzad Hadî waliyê Hewlêrê jî peyvek pêşkeş kir û ji bona vê destkeftiya mezin pîrozbahî li xelkê Kurdistan û Îraqê kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi şûnwaran dide lê mixabin li hindek deverên Îraqê şûnwar rastî têkdanê tên.
Hadî sipasiya serokwezîrê herêma Kurdistanê kir ku, ji roja yekemîna destpêkirina pirojeyî ji bo danan kela Hewlêrê di lîsteya kelepûrê cîhanî de, budceyeke pêwîst berdest kir.

Îrîna Bakova rêvebira giştiya rêxistina UNESCO di peyva xwe de got ku, ew kêfxweşe serdana herêma Kurdistanê kirî û danan kela Hewlêrê di lîsteya şûnwarên cîhanî de bi bûyereke gelek taybet di dîroka mirovatiyê de wesif kir û got ku, dîroka vê kelê nîşan dide gelek pirsên hevduqebûlkirinê tê de berceste bûne.

Di dawiya merasimê de, rêvebira giştiya rêxistina UNESCO a ser bi Neteweyên yekgirtî şihadenameya nasandina kela Hewlêrê weke şûnwarek dîrokiyê cîhanî pêşkeşî Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê kir.

Top