Kobanî: Pêşmerge bi çekên giran li DAIŞê dide
Fermandarê Hêza Pêşmerge li Kobanî Ehmed Gerdî li nav bajarê Kobanî ji Rûdawê re ragihand ku, "Îro seat derdora 11 çekdarên DAIŞê li aliyê rojhilat û li navenda bajarê Kobanî êrişî şervanên YPGê û Hêzên Pêşmerge kirin, lê êrişa wan hat têkbirin."
Ehmed Gerdî diyar kir ku, "Şeva borî jî êrişeke çekdarên DAIŞê li rojhilat û başûrê Kobanî ji aliyê Pêşmerge û YPGê ve hat têkbirin."
Fermandarê Hêza Pêşmerge li Kobanî da zanîn ku, "Pêşmerge bi çekên giran li çekdarên DAIŞê dixe û şervanên YPGê jî li eniya şer bersiva êrişên DAIŞê didin."
Ehmed Gerdî wiha got: "Xweşbextane heta niha ti ziyanên canî di nava Hêzên Pêşmerge de çênebûne."
Derbarê morala Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê jî, Fermandarê Hêza Pêşmerge li Kobanî ragihand ku, "Pêşmerge û şervan moralê wan gelekî bilind e û ewê li kêleka hevdu şer bikin heta ku bajarê Kobanî û navçeyên wê ji destê çekdarên DAIŞê derxînin."
Rudaw
