• Monday, 16 February 2026
logo

Şanda almanî: Tenê Pêşmerge kariye DAIŞê bişkêne

Gulan Media November 2, 2014 Nûçe
Şanda almanî: Tenê Pêşmerge kariye DAIŞê bişkêne
Şandeke leşkerî û siyasî ya hikûmeta Almanyayê di hevdîtina bi Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de ragihand, tenê Pêşmerge kariye DAIŞê bide paşvekişandin û hêza wê ya bergiriyê lawaz bike.

Şandeke leşkerî û siyasî ya Almanyayê ku ji Fermandeyê Operasyonên Derve yê Artêşê Karl Henz, Alîkarê Fermandeyê Artêşa Almanyayê Yorg Wolmer û Kordînatorê Wezareta Derve Jasper Viek û hinek şêwirmendên siyasî û leşkerî li Hewlêrê bi Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyan.

Li gorî malpera fermî ya PDKê, di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî spasiya Almanya kir ku di şerê DAIŞê de alîkariya Pêşmerge û gelê Kurdistanê kiriye.

Barzanî her wiha agahî li ser şerê DAIŞê da şanda mêvan û diyar kir, pêwîstiya Pêşmerge bi çekên giran ji ber ku rola çekên giran di şer de bi taybet di rizgarkirina devera Zûmarê de hat dîtin.

Li gorî malperê, şanda almanî jî di hevdîtinê de pesnê Pêşmerge da û ragihand, heta niha tenê Pêşmerge kariye DAIŞê bide paşvekişandin û şiyana wê ya bergiriyê lawaz bike û bişkêne.

Hat gotin ku di hevdîtinê de behsa girîngiya fêrkirin û rahênanê her wiha erkên qanûnî yên Iraqê li hember dabînkirina bûdce û pêdiviyên leşkerî ji bo Pêşmerge hatiye kirin.

Rudaw
Top