Li 92 bajar û 30 welatan piştevanî bo Kobanê
Bi mebesta derbirîna piştevaniya bo Kantona Kantona Kobanê duh xwenîşandanên girseyî li 92 bajar û zêdetirî 30 welatên cîhanê birêve çûn.
Duh 1 Tîrmeh`ê ku ji aliyê bi sedan rewşenbîr û nivîskar û xwediyên xelata Nobel`ê ve wek roja Piştevaniya li Kantona Kobanê hatiye bi nav kirin ku zêdetirî 45 rojane Xelk û şervanên YPG û YPJ rû bi rûyê hêrişên çeteyên Rêxistina Dewleta Îslamîê ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) dibe.
Di roja 1 Tîrmeh`ê de bi sedhezaran welatiyên Kurd li tevaya Kurdistan û çendîn welatên Ewrûpa jibo derbirîna piştgiriya li Berxwedana Kobanê rijiyan ser kolanan û palpiştiya xwe ji bo wê bajarî derbirîn.
Xendan
