• Monday, 16 February 2026
logo

KCKê: Daxuyaniyên Davûtoglu dijminayetiya gelê kurd û dîmokrasiyê ne

Gulan Media November 2, 2014 Nûçe
KCKê: Daxuyaniyên Davûtoglu dijminayetiya gelê kurd û dîmokrasiyê ne
Hevserokatiya Konseya Rêveberiya KCKê ragihand ku, daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyeyê Ehmet Davûtoglu derbarê çalakiyên 1ê Mijdarê yên piştevaniya Kobanî, dijminayetiya gelê kurd û dîmokrasiyê ye.

KCKê di daxuyaniyekê deragihand: “Gotinên Davûtoglu yên di rojên derbasbûyî de zexitkar û faşîstane bûn. Herwiha bang li hemû gelê kurd li Bakurê Kurdistanê kir ku li hember siyaseta AKPê ya nejadperest rawestin.”

Hevserokatiya KCKê diyar kir ku, “Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li hemberî hebûn û azadiya gelê kurd mîna ku dîn bûye, li dûv her firsendekê ye ku hema êrişî kurdan û berxwedana wan bike.”

KCKê wiha domand: “Li gor Erdogan divê Kobanî bi erdê re bibe yek û hebûn û azadiya gelê kurd tune bibe. Ev helwesta wî diyar dike ku ew aştiyê naxwaze û li ser şer rijd e.”

We tê zanîn ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Ehmet Davûtoglu û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan beriya çalakiyên 1ê Mijdarê yên piştgiriya Kobanî, KCK û HDPê kiribûn armanca êrişên xwe û ew tohmetbar kirin ku ewlekariya civakê xirab dikin û Pêvajoya Aştiyê têk dibin.

Rudaw
Top